'Em dengê xwe ji bo têkbirina dijminên Kurdan bi kar tînin'

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman, manîpulasyonên dijminên Kurdan ên li ser medya dîjîtal ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê ne û got, "Divê gelê me zanibe ku ji bo têkbirina dijminê Kurdan wê dengê xwe bide."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk encamên hilbijartinên 14'ê Gulanê nirxand û qala sedema dengdana ji bo Kemal Kiliçdaroglû ya tûra duyemîn kir.

Ozturk bi bîr xist ku partiya wan di nava şert û mercên hêsan de tevlî hilbijartinê nebû û diyar kir ku demeke dirêj li ser siyasetmedarên wan, çapemenî û saziyên din zexta destgîrkirin û girtinê hebû. Ozturk anî ziman, doza girtinê ya li ser partiya wan û tayînkirina qeyûman li şaredariyên wan parçeyek ji van êrîşan bû û bi bîr xist, ku zêdeyî 4 hezar hevalên wan girtî ne û di nava şert û mercên bi vî rengî de tevlî hilbijartinê bûn.

'GELÊ ME LI DIJÎ ZEXTÊ HELWEST NÎŞAN DA'

Ozturk ragihand ku partiya wan di nava şert û mercên normal de tevlî hilbijartinê nebû û wiha dewam kir: "Li gel van êrîşan jî gelê me bi biryardarî nîşan da ku tevî hevalbendên xwe ew alîgirê demokrasî û azadiyê ye. Tevî nebûna derfetan, zext û qedexeyê jî gelê me di mîtîngan de bi me re bû. Gelê me bi rengekî hevgirtî helwesta xwe bi şênberî nîşan da, got 'Em bi hev re jiyanê diparêzin' û peyameke bi vî rengî da gelên Tirkiyeyê. Daxwaza xwe ya ji bo demokrasî û azadiyê bilind kir. Bêguman têkildarî encamên hilbijartinê divê em rexnedayina xwe bidin. Kêmasiyên me jî hene. Gava ku dema wê hat, em ê tevî gelê xwe, bi mekanîzmayên rêxistiniya civakî yên heyî vê yekê binirxînin. Em ê kêmasiyên xwe eşkere bikin."

MANÎPULASYONÊN HUDA PAR Û PDK'Ê

Ozturk bi bîr xist ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê jî pêla destgîrkirinê ya li dijî partiya wan dewam kir û got, "Weke ku tê zanîn doh jî operasyon hatin kirin. Her wiha li ser medya dîjîtal manîpulasyon û spekulasyon têne kirin. Manîpulasyon ji aliyê feraseta HUDA PAR û PDK'ê ve tê kirin. Li gel van hemûyan jî em dibînin ku li gelek deverên Kurdistanê di asta ji sedî 70'î de deng li dijî Erdogan hatin dayin. Ev jî nîşaneya rêxistiniya civakî ye. Lewma her kesekî me yê di nava rêxistiniya civakî de ne, divê baş zanibin bê ev spekulasyon û manîpulasyon ji bo çi têne kirin. Divê baş bibîne bê xizmetê ji kê re dike. Me ti carî xwe ji rexnekirinê û rexnedayinê venegirt. Bêguman encam karîbû hîn baştir bibûya. Di vir de bêguman kêmasiyên me jî hene. Em vê yekê bi dînamîkên xwe dinirxînin. Lê belê divê mirov rê nedin van spekulasyon û manîpulasyonan."

KÎ FAŞÎZMA ERDOGAN DIPARÊZE?

Ozturk işaret bi operasyonên têgihiştina şaş a li ser tevgera siyasî ya Kurd kir û got, "Ev hemû ji bo tûra duyemîn e. Hem Partiya Çepên Kesk hem HDP'ê hem jî pêkhateyên tifaqa me nîşan dan ku ji bo gelên Tirkiyeyê alternatîfeke ji bo jiyaneke azad heye. Dema ku mirov tenê rewşa Kurdistanê dinirxîne, dibîne ku zilm nemaye di nava 8 salên dawî de nekirine. Zext nemaye ku nekirine. Li dijî vê zext û zilmê, dema ku mirov bala xwe dide ser rêjeya dengên li dijî Erdogan hatine dayin, hingî tê dîtin ku ev yek bersivek li vê sîstem û ferasetê ye. Bersiva li hemberî hiştina cenazeyên me ya li naverastê ye. Bersiva li kuştina jin û zarokan e, bersiva li cografya Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê ye. Ev yek bi saya tifaqên ku Partiya Çepên Kesk pê re kiriye, pêk hatiye. Yên ku îro rexneyê li tifaqa me dikin, faşîzm û dîktatoriya Erdogan diparêzin. Hemû teslîmî Erdogan bûne. Yên li hemberî wan teslîm nebûne, yên li ber xwe didin jî hene."

'DI 28'Ê GULANÊ DE DIVÊ DENGDAN BÊ KIRIN'

Ozturk destnîşan kir ku ew li Tirkiyeyê daxwaza aştiyeke bi rûmet, demokrasî û azadiyê dikin û got, "Em jiyaneke wekhev a bi hev re dixwazin. Ji ber vê yekê jî tifaqeke bi vî rengî ya ji beşên cuda li dijî faşîzmê ava bû. Em rast nabînin ku ev tifaqa me bi nêteke nebaş bê rexnekirin. Nekevin xefika manîpulasyon û spekulasyonan. Di vê mijarê de yên ku herî dawî karibin biaxivin HUDA PAR e, Erdogan e. Ji ber vê yekê bila gelê me bi Partiya Çepên Kesk û hevalbendên xwe ber bi azadiyê ve bi biryardarî bimeşe. Gelê me bila di 28'ê Gulanê de dengê xwe bide û dijminên gelê Kurd, demokrasî û azadiyê ji bîr neke. Divê bersiva me xurt be. Em li dijî ferasetekê têdikoşin. Tifaqa me bi hêzên demokrasiyê re ye, partî û rêxistinên me li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî sîstemê têdikoşin."

'EM DENG NADIN ŞEXSEKÎ'

Ozturk diyar kir ku demokrasî li vî welatî hatiye binpêkirin, edalet û hiqûq tune hatiye hesibandin û got, "Gelê Kurd dengê xwe bi kar anî û bersiveke mezin da. Bersiv da muxalîfan, bersiv da gelên li Tirkiyeyê. Li vî welatî sed sal in pirsgirêkên aboriyê yên Kurdan hene. Pirsgirêka demokrasiyê heye. Bi navê edalet û hiqûqê tiştekî nabînin. Em dibêjin ev polîtîka şaş in. Bila êdî kuştin, girtin, sirgûnkirin nebe. Ev yek zerarê dide me hemûyan. Ji şerê li Kurdistanê tenê sermayedaran sûd wergirtin. Gelan jî tenê xwîn û rondik dîtin. Em jî bi rêya sêyemîn hewl didin rêya demokrasî, azadî û hiqûqê vekin. Ji ber vê yekê em dengê xwe nadin şexsekî. Ji bo feraseta ku xwîna Kurdan dirijîne û 8 sal in hildiweşîne, têk biçe, em dengê xwe didin."